Ji hevşaredarê bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê Mehmet Siddik Akiş, bi tawana endamtiya rêxistiniyê 19 û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birî.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari der barê cezayê de daxuyanî li ser hesabê X'ê weşandin.
Tulay Hatimogullari: Divê ev biryar yekser were betalkirin
Hevseroka Dem Partî Tulay Hatimogullari destnîşankir ku birayara ku li ser şaredarê Colemêrgê pêk hat, biryareke siyasî ye û got:
"Cezaya 19 sal û 6 mehan a girtinê ya ku li hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn, bi awayekî eşkere biryareke siyasî ye.
Ger dadmendî tune be, hêviyên ji bo aştiyê nikarin geş bibin.
Ji bo ku hêviyên ji bo aştiyê neyên tunekirin, divê ev biryar yekser were betalkirin; divê qeyûm ji dîrokê werin jêbirin; divê destwerdanên li dijî qanûn û siyaseta demokratîk bi dawî bibin."
Her wiha Tuncer Bakirhan li ser hisabê xwe yê X'ê jî der barê vê mijarê de wiha anî ziman:
"Cezaya Akiş derbeyeke dadwerî ya eşkere li dijî mafê siyaseta demokratîk e.
Her çend em her roj ji bo welatekî demokratîk, azad û dadmend bang dikin ku gavên qanûnî werin avêtin jî, bi cezakirina bêqanûnî û neheqî ya hevşaredarê me yê Colemêrgê çi peyam tê şandin?
Ev biryar ku di demekê de tê dayîn ku bendewariya raya giştî ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk ewqasî xurt e, biryareke wiha ye ku baweriya bi aştiyê birîndar dike."