Li gorî şahidan, li bajarê Bûkemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê erebeyek barhilgir a teqemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê teqiya.
Li gorî çavkaniyan, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, sedema teqînê nehatiye eşkerekirin her wiha behsa zirar û ziyanan jî nehatiye kirin.
Hikumeta Veguhêz a Sûriyê jî hîn tu daxuyanî der barê mijarê de, nedaye.