Erdogan: Ji bo peymana 10'ê Adarê bikeve meriyetê em hişyariyan dikin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser peymana 10'ê Adarê yê di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û QSDê de hatiye îmzekirin axivî. Erdogan dibêje, "Ew piştgiriyê didin rêveberiya Şamê û ji bo pêkanîna peymana 10'ê Adarê pêşniyarên pêwîst jî dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serok Erdogan di "Konferansa Balyozan a 16'emîn" a li Hola Pêşangeha Neteweyî ya Beştepe de axivî.

Erdogan diyar kir ku ew her cûre piştgiriyê didin rêveberiya Şamê û got, "Em pêşniyarên pêwîst ji bo pêkanîna peymana 10'ê Adarê jî dikin."

Erdogan anî ziman ku  di 8'ê Kanunê de bi hilweşandina rejîma Esedê re derfetek dîrokî ji bo Sûriyeyê vebûye û wiha lê zêde kir:

"Em hemû piştgiriya pêwîst didin Hikûmeta Sûriyeyê.

Em pêşniyarên pêwîst ji bo pêkanîna peymana 10ê Adarê jî dikin, heke li hember pêkanîna wê berxwedanek pêk bê, dê ev yek veguhere krîzekê.

Zelal e ku kî dê ji parçebûn û qelskirina Suriyêyê sûd werbigire.

Hemû beşên Sûriyeyê, tenê dikarin bi dîrokek û vîzyoneke hevpar a pêşerojê bi bawerî li pêşeroja xwe binêrin.

Ez her tim dibêjim, em hezar sal in li vir bi hev re ne, cîranin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye