Katz: Em ê başûrê Libnanê mîna Xezayê hilweşînin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku Îsraîl wê hemû malên li gundên Libnanê yên nêzîkî sînor hilweşîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yisrael Katz îro ragihand ku Îsraîl dixwaze herêmek tampon li başûrê Libnanê ava bike.

 

Wezîrê parastinê her wiha got ku dê Îsraîl rê nede nêzîkî 600 hezar kesên ku ji başûrê Libnanê reviyane, li cih û warên xwe vegerin.

 

Di heman demê de wî da zanîn ku ew ê başûrê Libnanê mîna Xezayê wêran bikin.

 

Îsraîlê, di 2’yê adarê de êrîşî Hizbullahê kir, ji wê demê ve, zêdetirî 1.2 milyon kes ji cihên xwe koçber bûne û hezar û 200 kesên din jî li Libnanê hatine kuştin.

 

Di destpêka vê mehê de, artêşa Îsraîlê ferman da niştecihên Libnanê yên ku di bin kontrola Hizbullahê de ne, vala bikin.

 

Wezîra Karûbarên Civakî ya Libnanê Hanîn el-Seyed got ku Libnan ji ber îhtîmala ku bi sed hezaran kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê û fermanên valakirinê ji malên xwe derketine amadekariyan dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye