Hejmara qurbaniyên keştiya Qibrisê derket 8'an û xebatên lêgerînê didomin

Cenazeyên 8 rêwiyên ku di keştiya li Gîrneyê de noqî avê bûbûn, hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 18 kesî jî berdewam dikin. Di lêpirsîna hatî destpêkirin de heta niha derbarê 9 kesan de, biryara girtinê hatiye dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Keştiya rêwiyan a bilez "Filo Jet", ku di navbera Bendera Gîrne û Bendera Taşucu de dixebite, duh piştî nîvro ku ji Gîrnê derket, li gorî şahidên bûyeran keştî av digire û di demeke kurt te keştî tije av dibe. 

Keştî dema ku hewl dida vegere benderê, binav bû.

Keştî bi tevahî 267 kes hildigirtin, di nav wan de 259 rêwî û 8 peywirdarên keştiyê hebûn. 

Piştî qezayê, 241 kes hatin rizgarkirin, her wiha mirina 8 kesan jî hat piştrastkirin. 

Rayedarên Qibrisê dibêjin keştî li binê deryayê di kûrahiya 514 metreyan de ye.

Vê jî karê wan ê lêgerînê zehmetir kiriye.

Ji bo 18 kesên winda, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Serokwezîrê Qibrisê: Tevî ajokarê keştiyê 9 peywirdar hatin binçavkirin

Serokwezîrê KKTK`yê Unal Ustel ragihandibû ku der barê qezaya li hemberî Gîrnê de û wekî "kerasata deryayî ya herî mezin a ku Qibrisê jiyaye" hat pênasekirin, lêpirsîn hat destpêkirin û kaptanê keştiyê tevî 9 peywirdaran hatine binçavkirin.

Hate hînbûn ku di derbarê kesên hatine binçavkirin de biryara 3 rojan a girtinê hate dayîn.

Li bakurê Qibrisê sê roj şîna neteweyî hat ragihandin

Piştî qezayê li Bakurê Qibrisê sê roj şîna neteweyî hat ragihandin.

Wê şîn heta 2`yê îlonê bidome.

Li Tirkiyê jî hin çalakî hatin betalkirin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye