Fenerbahçe li hember Aston Villa 6-0 têk çû

Fenerbahçe di hefteya duyemîn a qonaxa koman a Lîga Şampiyonan a UEFA`yê de li deplasmanê li hember Aston Villayê 6-0 têk çû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di hefteya duyemîn a qonaxa komê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, Fenerbahçe serdana Aston Villayê kir.

Di maça ku li Villa Parkê hat lîstin de, Aston Villayê nîva yekem bi golên Johan Manzambi (12') û Nicolas Jackson (31', 39') bi 3-0 pêş de qedand.

Ross Barkley di deqeya 68an de penaltîyde gola çaremîn ji bo Aston Villayê avêt.

Barkley di deqeya 72'an de gola xwe ya duyemîn û ya tîma a 5'êmîn avêt.

Tammy temî Abraham jî di deqeya 90'de gola dawî avêt.

Golên din nehatin avêtin û Fenerbahçe li hember Aston Villayê bi 6-0 winda kir.

Bi vê encamê, Fenerbahçe di 1 puanede ma, her wiha Aston Villa puanên xwe derxist 6'an.

Tîma Ismail Kartal dê roja Şemiyê, 17`ê cotmehê, di hefteya 8`an a Sûper Lig de mazûvaniya Alanyasporê bike.

Fenerbahçe dê roja Sêşemê, 20`ê cotmehê, di maça xwe ya din a Lîga Şampiyonan de mazûvaniya Slavia Pragê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye