Belçîka û Misir bi encama 1-1 wekhev man

Di maça vekirina Koma G`ê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026'an de, Misir û Belçîka bi encama 1-1 wekhev man.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Belçîka û Misir di Koma G`ê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026'an de hatin gelhev.

Di deqeya 20'emîn de, Aşûr ji derveyî qada penaltîyê golek fantastîk ji bo Misirê avêt û encam kir 1-0.

Nîvê yekem ê maçê bi pêşengiya Misrê 1-0 bi dawî bû.

Di deqeya 66'an de, êrîşeke Belçîkayê di hundirê qada penaltîyê de bû sedema rewşeke tevlihev û Hany golek li xwe avêt û encam kir 1-1.

Di deqeyên mayî yên maçê de, ti golên din nehatin avêtin û maç 1-1 bi dawî bû.

Niha hem Misir û hem jî Belçîka di Koma G`ê de xwedî 1 puanê ne.

Belçîka dê maça xwe ya din li dijî Îranê bilîze, di heman demê de Misir dê li dijî Zelandaya Nû be.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye