Îsraîlê êrîşên nû li bajarokên Başûrê Libnanê pêk anîn

Di nava peymana Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerkayê de, êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê berdewam dikin. Aliyên Libnanî jî, didin xuyakirin ku Libnan aliyekî peymana Îran û Amerîkayê ye û vekişîna Îsraîlê di peymanê de wekî qonax bi qonax, di heyameke 60 rojî de hatiye destnîşankirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê bê navber berdewam dikin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Topxaneya Îsraîlê li ser girê Elî Tahir ê li navçeya Nebatiyeyê, bajarkên Seced, Ayşiye, Mehmûdiye yê li navçeya Cezînê ya başûrê Libnanê êrîşên nû pêk anîn.

Her wiha li bajarokên Hebûş û Wadî Selûqî jî, bi topxaneyê armanc hat kirin.

Hat ragihandin ku di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de, li girê Elî Tahir yê navçeya Nebertiyê, şer û pervçûn qewimîn.

Ji aliyê xwe ve jî, Hizbullahê diyar kir ku artêşa Îsraîlê hêzeke zirxî ya ji 5 tankên ji cureya Merkava û çar wesayîtên din pêk tê, ji nû ve li herêma derbasbûnê belav kirine.

Di heman demê, Hizbullahê da zanîn ku di navbera wan û hêzên Îsraîlê de, li heman herêmê şer û pevçûnên giran derketine.

Ev yek hemwextî lihevkirina di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pêk tê.

Libnan: Vekişîna Îsraîlê ji Libnanê aliyekî peymana Îran û Amerîkayê ye

Di vê çarçoveyê de, serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Berî da xuyakirin ku ev peyman di berjewendiya hemû aliyan de ye û wiha got:

"Libnan aliyekî peymana Îran-Amerîkayê ye.

Divê serweriya dewleta Libnanê were parastin.

Vekişîna Îsraîlê di peymanê de wekî qonax bi qonax, di heyamek 60 rojî de hatiye destnîşankirin.

Ev peyman ji Libnanê mezintir e û pêkanîna wê wekî peymana piştî 2024’an, nikare were têkbirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û dewleta Îranê jî, wê wekî pêşaniya sereke dibînin."

Serokkomarê Libnanê Joseph Awn jî, got ku ew bihêvî ye ku ev pêşketinên dawî bibin sedema bidawîkirina êşên gelê Libnanê û vegerandina tevahî mafên neteweyî.

Duh jî Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, dabû xuyakirin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kiriye ku tevî peymana di navbera Ameraîka û Îranê de jî, ew ê hebûna hêzên Îsraîlê di nava axa Libnanê de, berdewam bike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye