Barrack di vê çarçoveyê de duh bi serokwezîrê Îraqê, berpirsên bilind ên dadweriyê re civiya û îro li Hewlêrê bi serkirdeyên Kurd re dicive.
Barrack bi Serokwezîrê Îraqê û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê re civiya
Tom Barrack li Bexdayê destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û piştre bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê, dadwer Faiq Zeydan re civiya.
Li gorî agahiyan, civînên li Bexdayê di atmosfereke aloz de derbas bûn.
Barrack di van hevdîtinan de peyamên hişk ên Washingtonê gihandine rayedarên Îraqî û bi awayekî vekirî gefa cezayên aborî û siyasî yên Amerîkayê li ser Îraqê dubare kiriye.
Nûnerê taybet ê Amerîkayê îro berê xwe da Başûrê Kurdistanê
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê piştî Bexdayê îro berê xwe da Başûrê Kurdistanê.
Li Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Tom Barrack civiyan.
Di vê rûniştinê de peywendiyên dualî yên navbera Hewlêr û Washingtonê, pêşxistina hevkariyan û rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî hatin nirxandin.
Di civîna Barrack û Bafil Talebanî de mijara pêkanîna hikûmetê hat gotûbêjkirin
Li aliyê din, Barrack li ser mijara navxweyî ya Herêmê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re jî civiya.
Di vê civînê de mijara sereke lezandina gavan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên navxweyî bû.
Ev tevgera berfireh û bilez a dîplomasiya Amerîkayê nîşan dide ku Washington di qonaxeke krîtîk de destwerdanê li siyaseta Îraq û Başûrê Kurdistanê dike.