Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee, roja sêşemê bi rêya X'ê got ku "Çalakiya Hizbulahê, keştiyên şer ên li herêma deryayî ya di navbera bajarê Sûr û Ras al-Naqûrayê de dixe xeteriyê."
Artêşa Îsraîlê bang li hemû keştîvanan kir ku tavilê ji herêma diyarkirî dûr bikevin û wiha eşkere kir:
"Ji bo ewlehiya we, divê hemû keştiyên ku li herêma deryayî ya li ser nexşeyê hatiye destnîşankirin, tavilê ber bi bakurê herêma Sûrê ve biçin."
Ev yek jî nîşan dide ku aloziyên li eniya deryayî ya li beravên Libnanê zêde dibin.
Sûr bajarekî dîrokî ye, navenda navçeya parêzgeha Başûrê Libnanê ye.
Li berava Deryaya Spî ye, ji ber rola wê di serdema Fenîkî de, di tevahiya dîrokê de wekî yek ji bajarên herî navdar ên bazirganiyê yên cîhanê tê hesibandin.