Seokwezîrê Îraqê ber bi Waşingtonê ve bi rê ket

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ber bi Waşingtonê ve bi rê ket û dê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

reset font size increase font size

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîriyê dîmenên birêketina Elî Zeydî belav kir, ku vê sibehê tevî şandeke berfireh ji balafirxaneya Bexdayê berê xwe da Waşingtonê.

Şanda Îraqî dê hefteyekê li Amerîkayê bimîne

Şanda Hikûmeta Îraqê ku Elî Zeydî serokatiya wê dike, wezîrê Karê Derve Fûad Hisên jî di nav de ye, dê hefteyekê li Amerîkayê bimîne.

Tê çaverêkirin ku çend peymanên nû di navbera Amerîka û Îraqê de bên îmzekirin.

Ji aliyê xwe ve, Eniya Muqaweme ya Îslamî li Îraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û dijayetiya xwe li hember vê serdanê ragihand.

Muqawemeya Îslamî dijayetiya xwe li hember vê serdanê ragihand

Muqaweme ya Îslamî dibêje hebûna Amerîka li Îraqê dagîrkarî ye û divê ev dagîrkarî bi dawî bibe.

Berî vê serdanê bi çend saetan, civîneke berfireh li koşa serokwezîriyê li Bexdayê hatibû sazkirin.

Di nav şanda Îraqê de çend berpirsên Kurd jî hene

Di civînê de serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî, serokê Meclisa Dadweriyê ya Bilind Fayiq Zêdan û serok û berpirsên aliyên siyasî li jêr navê Hevpeymaniya Rêveberina Dewletê amade bûn.

Di civînê de Elî Zeydî bernameya vê serdana xwe bi tevahiya berpirsên din re nîqaş kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye