NY: Li Îranê 850 kes hatine darvekirin

Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku li Îranê, ji destpêka îsal ve heta niha nêzîkî 850 kes, hatine darvekirin. Hikûmeta Îranê jî, tenê 55 bûyer bi awayekî fermî, ragihandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di rapora nivîsgeha NY de, hat eşkere kirin ku li Îranê di meha Tîrmehê de, 110 kes hatine darvekirin.

Di raporê de, hate diyar kirin ew kes, di bin bihaneyên madeyên hişbir, kuştina bi qestî, endamtiya di partiyên dijber de, beşdarbûna di xwepêşandanên 2022yan de, tewana destdirêjiyê û di çalakiyên çekdarî de, hatine cezakirin.

Nivîsgeha Mafên Mirovan a NYê, balkişand ku metirsiyeke mezin li ser jiyana 11 kesan heye, ku dibe di demeke nêzîk de, bêne darvekirin.

Berdevka Nivîsgeha Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’î Ravîna Şemdesanî diyar kir, Îran gelek caran bangên navdewletî yên ji bo rawestandina cezayê darvekirinê, paşguh kirine.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24