Li Sûriyeyê di rojekê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan

Roj bi roj li Sûriyeyê hejmara kuştî û birîndaran zêdetir dibe. Ev 14 sal in, li nav vî welatî, rojek bi tenê bê kuştin û xwînrijandin derbas nabe. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR, reporta xwe ya herî dawiyê belav kir û tê de eşkere kir ku bi tenê di 29ê tîrmehê de, li çend navçeyên Sûriyeyê 19 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sûriye bûye qada kuştin û xwînrijandinê, her serê demekê li jêr navên cuda şerekî nû derdikeve.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR, ji Heleb heta Hesekê û ji Şamê heta Reqayê zarok, jin û ciwan bi guleyên nenas û îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin.

Li Derayê ji ber teqîna mayînekê li geliyê Seharî sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa El-Sûkeriyê ya bajarê Helebê, kesekî ku bi rejîma berê re têkildar bû, ji aliyê çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

 

 Sivîl bi sedema şerê eşîran tên kuştin

 

Li Reqayê di encama pevçûna ji ber tola kevnar di navbera eşîrên “Hemdon” û “Elî” de, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Tebqayê jî, sivîlekî ji eşîra “Hewîwat” ku li pêşiya mala xwe bû, ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin û kuştin.

Li dêreke El Diwêla ya Şamê, ciwanek ku bi karê xwe radibû, di dema ku guleyek ji çeka di destê hevalê wî de bû derket, hat kuştin.

Li bajarokê Til Eran ê girêdayî herêma Sifîrê ya rojhilatê Helebê jî, çend çekdarên nenas êrîşî ser ciwanekî kirin û ew di otombêla wî de kuştin.

 

Li Şamê welatiyekî Siwîsrayê hat kuştin

 

Welatiyên Siwîsrayê jî ketin ber agirê şerê Sûriyeyê, li gundewarê Şamê, ciwanekî Sûrî ku ev çend sal bûn li Siwîsrayê bû û nasnameya wî welatî wergirtibû, vegeriyabû Şamê, lê li wir di mala xwe de hat kuştin.

Her wiha 2 gêncên Durzî jî li taxeke bajarê Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.

Şer li vî welatî ne bi tenê di navbera hêzên leşkerî de tê kirin, malbta û eşîr jî carinan li dijî hev şer dikin, li gundekî Reqayê  ji ber nakokiyên di navbera 2 eşîran de ciwanek hat kuştin.

 

Li Humsê 5 kesên Elewî bi îşkenceyê hatin kuştin

 

SOHR radighîne ku Li Humsê jî, ji aliyê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ji ber îşkenceyê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û li gorî agahiyan, ew her 5 Elewî bûn.

Her wiha li nêzî gundewarê Tertusê, ciwanekî Elewî hat îşkencekirin û pişt re bi guleyekê hat kuştin.

Bijîşkeka diranan jî hat kuştin .

 

Li Sûriyeyê di şahiyan de jî mirov tên kuştin

 

Li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê keçekê bi guleyên bê serûber jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Serê Kaniyê jî ku di bin dagirkriya Artêşa Tirkiyeyê de ye, keçekê jiyana xwe ji dest da, ew jî piştî ku di şahiyekê de bi guleyên bê serûber birîndar bibû.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24