Ev avahiya 5 qatî li Taxa Eşrefiyê ya Helebê, îro serê sibê hilweşiya ye, tîmên parastina sivîlan li wir dest bi operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê kirine, di heman demê de hewlên ji bo gihîştina her kesê ku di bin kavilan de asê maye berdewam dikin.
Niştecihekî ji taxa Eşrefiyê diyar kir ku kesek ji gundê Etmano, heta niha di bin kavilan de asê maye.
Li gorî agahiyan, malbata wî beriya demekî vegeriyane gund, lê Ehmed Misto venegeriya bû, bi armanca valakirina mala xwe ji bo ew jî vegere gundê xwe.
Dema ku wî mala xwe vala kir, avahî hat xwarê û ew di bin kavilan de maye.
Hate ragihandin ku tîmên rewşên awarte yên Hikûmeta Vegûhêz gihîştine cihê bûyerê.
Li gorî agahiyan hatiye ragihandin ku heta niha 3`ê malbat di bin kavilan de mane.