Piştî hilweşîna Rêjîma Baas'ê, di 8'ê kanûna 2024'an de komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, dest bi êrîşan li dijî Ewlewiyan kirin.
Di navbera 6 û 10'ê Adara 2025'an de, komên çekdar û komên girêdayî Tirkiyê bi hinceta “Şerê li dijî bermahiyên Rejîma Sûriyê ya berê" li Berava Sûriyê êrîşên leşkerî dan destpêkirin.
Di 6'ê Adara 2025'an de, piştî çend mehan ji tundûtûjîyê û gurkirina mezhebî, hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, bi piştgiriya helîkopterên şer û topan, êrîşî bajarokê Beyt Aana li gundewarên Ceblayê yê parêzgeha Laziqiyê kirin.
Piştî van êrîşan komên çekdar ên Elewiyan hewl dan ku hin deverên li Berava Sûriyê kontrol bikin.
Bi navê bermahiyên BAAS’ê sivîl hatin qetilkirin
Wezareta Parastinê ya Sûriyê jî, bi rêya platformên medya dijîtal, di nav de komên Whatsapp, seferberiyek berfireh ragihand û li hin mizgeftan bangên ji bo "seferberiya giştî" û "cîhadê" hat kirin.
Di êvara 6`ê adarê de, bangên ji bo tevlîbûna şer, di bin dirûşmeyên olî û mezhebî de li bajarên Şam, Heleb, Hums, Hema û Îdlibê deng vedan.
Hêzên hikûmeta veguhêz li herêmên weke Qerdeha, Banyas, Muxtariye, Cebla, Tartûs, El Haffa yên gundewarên Laziqiyê û taxa Datour a bajarê Laziqiyê bi navê bermahiyên BAAS’ê operasyon dan destpêkirin.
Lê ev operasyon veguherî êrîşên li dijî sivîlan.
Hêzên ewlehiyê û komên girêdayî wan, dest bi operasyonên lêgerîn û şopandinê li gund û bajarokên ku bi piraniya wan Elewî ne kirin.
Bi sedan Elewiyên sivîl di encama bûyrên wekî kuştinên li kolanan, kuştina malbatan di hundirê malên wan de, şewitandin û talankirina milkên sivîlan de hatin kuştin.
Rêxistina Navneteweyî binpêkirinên li dijî Elewiyan belge kirin
Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Tawanên li dijî Mirovahiyê di 29`ê Gulana 2025`an de raporek weşand.
Di raporê de eşkere kir ku, di adara 2025`an de, di nava 3 rojan de 62 komkujiyên mezhebî li bajar û gundên beravê pêk hatine ku di encamê de hezar û 676 sivîl hatin kuştin.
Ruters jî di Tîrmeha 2025`an de raporek parve kir û diyar kir ku li 40 deveran hezar û 479 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî, di nav kuştinên tolhildanê û talankirinê de winda bûne.
SOHR`ê kuştina hezar û 682 sivîlên Elewî, di 63 komkujiyan de ku ji gundewarên Lazqiyê heta Tartus û deverên gundewarî yên Hama û Humsê dirêj bûn, belge kirin.
Rêxistinê ev bûyer wekî "pêleke sîstematîk a kuştin û binpêkirinên girseyî ku dibe ku bibin sûcên li dijî mirovahiyê" bi nav kir.
Tevî belgekirina van binpêkirinan, rayedarên Şamê berpirsyariya rasterast a bûyeran negirt ser xwe.
Li ser lêpirsîna fermî nakokî derketin
Rayedarên Hikûmeta Veguhêz avakirina komîteyekê ji bo lêkolîna bûyerên li herêma beravê ragihandin.
Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şara diyar kir ku Sûriyê dê "bermahiyên rejîma Beşar Esed a hilweşiyayî bişopîne û wan bîne ber dadgehê" û got “hin bermahiyên rejîmê hewl didin Sûriya nû biceribînin".
Çavdêran got ku ew daxuyanî weke daxuyaniyê ku Serokê berê Beşar Esed di salên şer de ye.
Di raporê de nasnameya zelal a berpirsiyaran tune bû, tenê behsa "bermahiyên girêdayî rejîma berê", "endamên dilxwaz ên bêdîsîplîn" û "çeteyan" dihat kirin.
Komîteyê di civîneke çapemeniyê de her wiha qebûl kir ku, encamên raporê li ser bingeha "gumanan, ne li ser delîlên dawî" ne.
Salek derbas bû, lê heta niha rastî derneketiye
Salek di ser komkujiyên Perava Sûriyê re derbas dibe, lê heta niha rastiya van kiriyaran derneketiye holê.
Li gorî raporên herêmî nîşan didin ku binpêkirinên li dijî Elewiyan li Beravên Sûriyê berdewam dikin.
Binpêkirin li dijî Elewiyan berdewam dikin
Heta berdewam kirina binpêkirinan li dijî Elewiyan wê rastî neyê derxistin, mînaka herî berbiçav ew e ku Xwenedkareke Elewî bi navê, Xezl Ebdo Silêman li ser hesabê xwe yê mediya dijîtal, komkujiyên li dijî Elewiyan hatbû kirin, şermezar kir.
Lê ew xwendekar di 12 çileya 2026`an de, ji Zanîngeha Lazqiyê, beşa Endezyariya Çandinî hat dûrxistin.
Ev yek dihêle ku rastî were xuyakirin, heta niha binpêkirinên li dijî Elewiyan berdewam dikin.