Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, her wiha herêmên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin de, sûcên revandin û qetilkirin didomin.
Îro jî li gundewarê bajarê Babê yê rojhilatê Helebê di navbera şêniyan û endamên dewriyeyeke gumrikê de pevçûn derket. Di encamê de guleyek li zarokekê ket û jiyana xwe ji dest da.
Di dîmenên ku şêniyan kişandine û çalakvanên Sûriyeyî belav kirine de, rûyên êrişkarên ku zarok qetil kirine, aşkera ne.