OFAC: 5 kes û 13 şîrket û borsayê girêdayî Îranê ceza kirin

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) ya Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê 7`ê tebaxê, ragihand ku wan pênc kes û 13 şîrket û borsa ceza kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev şîrket û kes ji ber têkiliyên wan bi torên darayî yên dewleta Îranê re hatin cezakirin.

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ragihand ku ev kiryar di çarçoveya Fermana Rêveberiyê ya 13902 li dijî sektorên darayî yên Komara Îslamî û Fermana Rêveberiyê ya 13224 a têkildarî piştgiriya ji terorîzmê de hatiye kirin.

Di sektora saziyan de, ceza li şirîketên li Dubayê, li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Polonya û Gurcistanê di bin rêziknameyên dijî-terorê de hatin cezakirin.

Navnîşanên krîptoyê yên Supayî Pasdarên Îranê bi milyonan dolar veguheztin şirîketan.

Wezareta Xezîneyê got ku wan hemû borsayên Îranî yên di bin dorpêçê de ne, ceza kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye