Baqir Zade: Rewşa balafirvanên Îranî ne baş e

Mijara balafirvanên Îranî yên ku balafirên wan ji hêla Qeterê ve hatin xistin dîsa kete rojevê. Fermandarê Komîteya Lêgerîna Kesên Winda ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqir Zade, îro diyar kir ku balafirvanên Îranî niha li ser avên Qeterê girtîne û rewşa wan a tenduristiyê xerab e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Komîteya Lêgerîna Kesên Winda ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqir Zade îro ragihand ku sê balafirvanên Îranî yên ku balafirên wan li Qeterê hatibûn xistin, niha li ser avê ji hêla Qeterê ve girtîne û rewşa wan a tenduristî ne baş e.

Mihemed Baqir Zade daxwaz kir ku di zûtirîn dem de balafirvan bo Îranê werin veguhestin.

Baqir Zade ji Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor xwest ku ambulanseke hewayî bişîne, da ku balafirvanan veguhezîne Îranê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fairsê ya Îranî, Baqir Zade diyar kir ku li cihê ku balafirvan lê girtîne şert û mercên guncaw ji bo parastina tenduristiya wan tune ye.

Di 2'yê Adara 2026'an de, Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihandibû ku wan du balafirên şer ên ji cureya Sukhoi-24 ên Îranî xistin xwarê.

Wezareta Parastinê ya Qeterê da zanîn ku ji ber ku herdu balafiran hişyariyên Qeterê paşguh kirin û derbasî ezmanên Qeterê bûn, wan ew balafir xistin xwarê.

Paşê Îranê angaşt kir ku di van herdu balafiran de çar balafirvanên Îranî hebûn, yek ji wan hat kuştin û 3'yê din ji hêla Qeterê ve hatin girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye