Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê têkildarî fişar û binpêkirinên dewleta Îranê li dijî girtiyên siyasî yên jin, agahî parve kirin.
Li gorî van agahiyan, ev girtiyên siyasî berî niha jî ji ber nerazîbûna li dijî binpêkirinên mafan li nava girtîgehê, 9 hefteyan ji mafê hevdîtina malbatan hatibûn bêparkirin.
Li gorî heman agahiyan, hêzên îstixbarata Îranê, li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, jina werzîşvan a bi navê Rojan Îbrahîmî ya 20 salî binçav kir û ber bi cihehî nediyar ve bir.
Rojan Îbrahîmî bêyî biryara dadwer hatiye binçavkirin.