Tayîp Temel: Dewlet bi zanebûn diyalektîka pêvajoyê şaş ava dike
Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê Tayîp Temel di bernameyeke Nûçe TV de bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Tayîp Temel da zanîn ku dewletê gotibû ku ew ê ji bo çekdanînê û avakirina desteya şopandinê daxuyanî bide, lê dîsa jî ev daxuyanî nehat dayîn. Her wiha da zanîn ku ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên demokratîk heye.