Êrîşên bi dron û mûşekan li ser Hewlêr û Soranê didomin

Êrîşên dronî û mûşekî yên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di êrîşên herî dawî de, 6 Pêşmergeyên Komeleya Zihmetkêşên Kurdistanê birîndar bûn. Hikûmeta Îraqê jî ragihand ku ezmanê Başûrê Kurdistanê ne di bin kontrola wan de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şeva borî, bi dron û mûşekan êrîşî parêzgeha Hewlêrê û bajarê Soranê hat kirin.

Sîstema parastina hevpeymanan li Hewlêrê 5 dronên Îranî anîn xwarê, ji wan ti dron negihîştin armancên xwe û neteqiyan.

Her wiha duh, li Geliyê Alan ê navçeya Soranê, di êrîşeke mûşekî ya li ser Partiya Komeleya Zihmetkêşên Kurdistanê de 6 Pêşmerge birîndar bûn.

6 Pêşmergeyên Komeleyê birîndar bûn

Der barê vê êrîşê de, endamê serkirdayetiya Komeleya Zihmetkêşên Kurdistanê, Emced Penahî ji Nûçe TV re axivî û got:

‘‘Êrîş di demjimêr 6:50’ê êvarê de bi mûşeka "Xîber-Kerar" hat kirin.

Guman tê kirin ku çekên fosforê jî di êrîşê de hatibin bikaranîn.’’

Penahî: Heta niha bi 94 mûşek û dronan êrîşî me hatiye kirin

Emced Penahî da zanîn ku ji destpêka şerê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de, zêdetirî 94 mûşek û dronên Îranê çeperên partiya Komeleya Kurdistanê armanc kirine.

Di van 12 rojên dawî de jî, zêdetirî 30 dron li Hewlêrê hatine xistin.

Îraq: Ezmanê Herêma Kurdistanê ne di bin kontrola me de ye

Ji aliyekî din ve, endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Diyar Muftî ragihand ku ezmanê Başûrê Kurdistanê ne di bin kontrola Îraqê de ye û destûr nayê dayîn ku ew ezman biparêzin.

Diyar Muftî eşkere kir ku ji 28’ê sibata borî ve 929 caran bi dron û mûşekan êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Di encamê de 32 kes mirine û 147 kes jî birîndar bûne.

Her wiha Muftî bi bîr xist ku ji ber gefên ewlehiyê hinek pargîdaniyên navneteweyî yên petrolê karên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rawestandine.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê destnîşan kir ku ji bo parastina qadên petrolê yên li herêmê, wan ji hikûmeta Îraqê daxwaza pergala parastina ezmanî kiriye.

Îraqê pergala parastina ezmanî ji Koreya Başûrî kiriye

Îraqê ji bo parastina ezmanî xwe, daxwaza pergala parastina ezmanî ji Koreya Başûrî kirbû.

Li gorî planê, diviya ev pergal îsal bihata radestkirin, lê belê ji ber sedemên darayî radestkirina wê dereng maye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye