Kameran Osman di malpera xwe ya tora civakî Facebookê de got ku artêşa Tirk di roja 29’ê tîrmehê de bi tevilbûna nêzî 250 leşkeran, li gundên devera Gulî ya li bajarokê Batûfayê, Operasyonek nû daye destpêkirin.
Osman da diyarkirin ku Roja sêşema borî, leşkerên Tirk bi rêya helîkopteran, li çiyayê Siyara baregeha leşkerî avakir.
Leşkerên Tirk li gundê Keşan ber bi gundê Bankê çûn û kontrola hêzên parastina sînor yên Iraqê derbaskirin û ber bi gundên Şilîn, Şîlanî, Bankê, Lêhvanî, Ebleh û Pîrbal ve çûn.
Artêşa tirk dixwaze projeya avakirina herêmek cûda li gundên ser sînor yên îdareya serbixwe ya Zaxo bixe meriyetê û hebûna xwe ya leşkerî li tevahî herêmê ferz bike.