Di xwepêşandanê de, ku li ser banga saziyên civaka sivîl hate lidarxistin, daxwaza vekişîna hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji derdora Siweydayê hat kirin.
Şêniyên Siweydayê, siyasetên Hikûmeta Demkî şermezar kirin û daxwaz kirin ku dorpêç bidawî bibe û korîdorên mirovî bi Urdunê re bêne vekirin.
Xwepêşanderan, nerazîbûna xwe li hember komîteya lêkolînkirina rastiyan nîşan dan û diyar kirin ku ev komîte ne serbixwe ye û karên wê jî ne zelal in.