Duh li paytexta Suriyê Şamê, girseyeke mezin bi daxwaza başkirina rewşa debarê li Qada Yûsif El Ezeme xwepêşandan li dar xistibûn.
Xwepêşandan li ser banga "Zagon û Rûmetê", hatibû lidarxistin.
Alîgirên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, hewl dan êrîşî Xwepêşandêran bikin û xwepêşandanê asteng bikin.
Di encama êrîşê de 9 kes birîndar bûn.
Organîzatoran, destnîşan kirin ku xwepêşandêran daxwazên têkildarî avakirina dewleteke qanûnê, pêkanîna edaleta civakî û parastina milkên dewletê ji talankirin û taybetkirinê anîne ziman.
Hat diyarkirin ku di xwepêşandanê de, li dijî welatiyan êrîş pêk hatin.
Hat gotin ku kesekî bi erebeyê hewl da pêl girseyê bike. Ev yek nîşaneya xeternak li dijî xwepêşandêran e.
Organîzatoran, ragihandin ku tîma "Edalet ji bo Hemûyan" bi hevkariya çalakvanên mafên mirovan û parêzeran, ji bo darizandina hemû kesên êrîş kirine, bê ceza namînin.
Di dawiyê de organîzatoran gotin ku bidawîbûna çalakiyê nayê wateya rawestandina tevgeran, lê destpêka qonaxeke nû ya çalakiyên sivîlane ye, wê çalakî dewam bikin.