Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî êrîşan çalakî hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, têkildarî kuştinên dawî yên li dibistanên Mereş û Sîweregê qewimîn, meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Li gorî daxuyaniyan, eşkere bû ku êrîşên li ser dibistanan rasterast gefên li ser aştiya civakî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di derbarên êrîşên ku li ser her du dibistanên Mereş û Sîweregê pêk hatin, çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Êlih, Stenbol, Îzmîr û Mêrdînê bi beşdariya gelek endamên saziyên civaka sivîl û gel ve çalakî hatin lidarxistin.

Li Êlihê, têkildarî êrîşên dawî yên li dibistanan qewimîn, daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Şaxa Egiîtîm-Senê ya Êlihê Ramazan Bîlmez ve hate xwendin.

Ramazan Bîlmez, diyar kir ku êrîşên ku di demên dawî de li dibistanan pêk tên, bi awayekî zanebûn tên kirin û wiha axivî:

“Her êrîşên ku li dijî cihên weke dibistana pêk tên gefên rasterast ên li ser aştiya civakî ne."

Li Stenbolê jî Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Huseyîn Tekîn, diyar kir ku berpirsiyarê vê bûyerê desthilatdar e û wiha got:

“Ev bûyer, ne bûyerên kesane ne. Pirsgirêka mezin pergal e. Pergal îro tundiyê normal dibîne, ciwanan bêpêşeroj dihêle. Divê Yûsûf Tekîn demildest îstîfa bike.”

Li Îzmîrê jî li dijî tundiya li dibistanan û polîtîkayên perwerdeyê di roja 2`yemîn çalakî hat lidarxistin û hat diyarkirin ku êrîşên li ser mamoste û xwendekaran ne mûnferîd in, encama polîtîkayên şaş in.

Her wiha li bajarê Mêrdînê jî, meşeke meşaleyî hat lidarxistin û di daxuyaniyê de peyama ku civakeke demokratîk û aştî pêwîstiyek e hate dayîn.

Endama platforma Şaxên KESK`ê ya Mêrdînê Gulbin Oner daxuyanî xwend û got:

"Çareseriya rastîn di hawîrdoreke aştiyane de ye ku tê de cûdahî wekî dewlemendiyek têne hesibandin û di pêvajoyeke demokratîk de ye ku her kesek xwedî dengek be."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye