Rêveberê Polîsên Kirmanşahê Mehdî Caferî diyar kir ku ajokarê otomobîl di xew re çûye.
Mehdî Caferî destnîşan kir ku 5 kes di otomobîlê de hebûne, hersê kesên ku mirin 2 keçên ku temenê wan 3 salî û 6 salî ne û dayîka wan bû û herdu kesên din jî bi giranî birîndar bûne.
Li gorî amarên Saziya bijîşkê Dadwerî ya Îranê ji 21`ê Adara 2024`an heta 21`ê Adara 2025`an herî kêm 20 hezar û 45 kesan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.