Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn li Berlînê beşdarî civîna gel bû.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn di civînê de, destnîşan kir ku divê têkoşîna demokratîk a ji bo maf û azadiya Gelê Kurd tê meşandin, were xurtkirin.
Rohilat Efrîn anî ziman ku têkoşîna bi salan li Kurdistanê tê meşandin, bi berdêlên giran hatiye meşandin.
Her wiha, bal kişand ser şerê 13 salan ku li Rojava berdewam dike û destnîşan kir ku bandoreke kûr li ser gel kiriye.
Fermandara YPJ'ê diyar kir her çend geşedanên dawî yên li Rojava di nava civakê de hin pirsiyar çêkiribin jî, ji têkoşînê gav paş de nehatiye avêtin û berxwedana ji bo parastina gel berdewam dike.
Rohilat Efrîn got ku êrîşên li ser Rojava tenê bi komekê sînordar nîn in.
Her wiha Rohilat Efrîn anî ziman ku civaka navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dimîne, heta niha tu dewleteke Ewropayê bi wateya rast rola garantoriyê bi cih neanîye.
Rohilat Efrîn: Aliyên kurd bi fikar nêzî mijara entegrasyonê bûne
Rohilat Efrîn behsa pêvajoya siyasî ya nû û nîqaşên entegrasyonê yên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyê derketin holê, kir.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê diyar kir ku aliyên Kurd bi fikar nêzî mijara entegrasyonê bûne, lê ji bo parastina berjewendiyên gel ji neçarî hin xal hatin qebûlkirin.
Rohilat Efrîn tekez kir ku civaka Kurd li gorî demên berê xwedî pozisyonek siyasî û civakî ya bihêztir in.
FermandaraYekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn di dawiyê de diyar kir ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn jî ji vê pêvajoyê re amade bin û peyama têkoşîn wê ji bo bîranîna şehîdan û ji bo azadiya gelê Kurd berdewam bike.