Di encama şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û rejîma Îranê de, şeva borî gelek deverên Başûrê Kurdstanê hatin bombebarankirin.
Li gorî agahiyên Rojnewsê; li dijî bîrên petrolê yên bi navê Reberkay ya DYA’yê li devera Meyrokê ya Herêma Gareyê bi dronên xwekuj êrîşek pêk hatiye.
Çavkaniyan piştrast kir ku du caran êrîşî bîrên petrolê hatiye kirin.
Li gorî şahidan, dron ji aliyê Mûsilê ve hatiye şandin.
Bi dronên xwekuj êrîşî Soranê hat kirin
Her wiha bi dronên xwekuj, navenda navçeya Soran a ser bi îdareya serbixwe ya Soranê ve hate bombekirin.
Nûçegihanê Rojnewsê ragihand ku cihê şûştinê ya Karwan Sera li Taxa Westa Receb hatiye armancgirtin.
Êrîşek li ser çiyayê Berfî Mîrî ya Helebce pêk hat
Hat ragihandin ku di saetên êvarê de êrîşek li lûtkeya Çiyayê Berfî Mîrî ku dikeve pişt Çiyayê Şinruwê ya sînorê Helebceyê hatiye kirin.
Heta niha nehatiye zanîn bê êrîş bi dronên xwekuj an jî bi mûşekan pêk hatiye.
Êrîşek li ser baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin
Di seat 7'ê êvarî de jî balafireke bêmirov a xwekuj êrîşî baregeha Sazmanî Xebat ya navçeya Rizgarî ya dikeve sînorê Hewlêrê kir.
Li gorî agahiyan kesek birîndar bûye.
Çiyayê Korekê bi 2 dronan hat armanckirin
Duh du dron li bilindahiyên Çiyayê Korekê ketine xwarê.
Tê zanîn ku ev cara 7'an e ku dron li Çiyayê Korekê dikevin xwarê û heta niha ji ber tu yekê ji wan zirerên canî çênebûne.
Îraqê êrîşên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê şermezar kir
Di derbarê van êrîşan de rayedarên Îraqê li hev civiyan û êrîşên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê, bajar û parêzgehên Îraqê şermezar kir.
Di civînê de hate ragihandin ku ev yek tê wateya binpêkirina serweriya welat.
Hat diyarkirin ku di civînê de gotûbêj li ser rewşa rêbazên parastina welat û bandorên şerê li derve hat kirin û wiha hat gotin:
"Îraq qebûl nake ku xaka wê bibe cihê êrîşan a ji bo welatên cîhan yan jî bibe gefek li ser asayîşa welatê wan."
Rayedaran daxwaza demildest a sekinandina êrîşan kirin û daxwaza rêzgirtinê li serwerî û serbixweyîya dewletan kirin.