Çalakvanên sivîl ên bajarê Siweyda û Şehbayê ji şêniyên başûrê Sûriyê daxwaz kirin ku ew tevlî xwepêşandana ku îro were lidarxistin bibin.
Çalakvanan destnîşan kir ku ev çalakî bi armanca piştgiriya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ye, ku berî niha şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di dema êrîşên qirkirinê yên Siweydayê de piştevaniyeke xurt dabû Siweydayê.
Di heman demê de, çalakvanan dan zanîn ku xwepêşandan îro saet 11'ê sibehê li qada Şehba ya bajarê Şehbayê û qada Keramê ya bajarê Siweydayê wê bê lidarxistin.