Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdaran hewl dida bi awayekî ne rewa ji herêmên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin, lê ew hewldan ji aliyê pasdarên artêşa Urdunê ve hat têkbirin.
Hat diyarkirin ku di vê bûyerê de 3 çekdarên ku bi xwe Sûriyeyî ne, hatin kuştin.
Berî demekê jî dema ku welatiyekî ji Dêrazorê hewl didan çekan bi awayekî qaçax ji Urdunê derbasî Sûriyeyê bike, hat kuştin.
Di wê pevçûnê de jî 3 leşkerên Urdunê hatin kuştin.
Di demên dawî de qaçaxtiya çek û madeyên hişbirê, li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne.