Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîxay Adroyî diyar kir ku wan duh bi fermana Îstîxbarata Leşkerî li Beyrûtê êrîşek pêk anî û Xezaî di wê êrîşê de kuştin û wiha got:
“Xezaî destê rastê yê fermandarê feylleqa Libnanê bû û di hewldanên avakirina hêza Hizbullahê de wekî kesayetek navendî dihat hesibandin.
her wiha berpirsiyarê hevrêzkirina di navbera Hizbullah û Îranê de bû.”
Avîxay Adroyî anî ziman ku Xezaî serpereştiya operasyonên berfireh di nav feyleqa Libnanê û Hizbullahê de dikir, di nav de bidestxistina çek û alavên Îranê, pêkanîna plana pêşkeftina leşkerî ya Hizbullahê û ji nû ve avakirina wê.