DAÎŞ careke din li başûrê sûriyê vedigere

Vegera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê, ji aliyê Şamê ve tê paşguhkirin. Hinek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariya Hikûmeta Veguhêz ve tên parastin. Şêniyên herêmê bertek nîşanî polîtîkeya Şamê da û got: “Zarokên me hatin kuştin, termên wan bi qadê ve hatin daliqandin. Îro jî hin ji van kesan bêteredût ji nû ve dikevin nava me, ku hin ji wan ji aliyê dewletê ve têne parastin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demên dewiyê de tevgera DAIŞ`ê li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê zêde bûye.  

Vegera çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ji aliyê rayedaran ve tê paşguhkirin.

Hin çete jî ji aliyê hêzên ewlekariya Hikûmeta Veguhêz ve têne parastin.

Vegera çeteyên DAÎŞ’ê li çola Sûriyê fikar zêdetir kirine.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hişyariyan dide.

 

“Kesên ji girtîgeha Seydnaye hatin berdan piraniya wan DAÎŞ’î bûn”

 

Piştî hilweşîna rejîma Baas`ê ya di kanûna 2024’an de vegera çeteyên DAÎŞ’ê destpê kir, ji ber ku di wê demê de bi sedan kes ji girtîgeha Seydnaye hatin berdan ku piraniya van kesan DAÎŞ’î bûn.

 

Çeteyên DAÎŞ’ê li Derayê ya başûrê Sûriyê ye ji nû ve belav dibin

 

Di dema dawiyê de çeteyên DAÎŞ’ê li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê ye ji nû ve belav dibin.

Her wiha bajarokê Tasilê yê li rojavayê Derayê nêzî 2 salan di bin kontrola DAÎŞ’ê de bû.

Niha jî herî kêm 8 çeteyên DAÎŞ’ê li vî bajarokî vegeriyane.

 

“Şam DAÎŞ’yên zarokên me dadiliqandin diparêze”

 

Şêniyekî bajarokê Tasilê bûyerên sala 2016’an bi bîr xist û got:

“Zarokên me hatin kuştin, termên wan bi qadê ve hatin daliqandin. 

Îro jî hin ji van kesan bêteredût ji nû ve dikevin nava me, ku hin ji wan ji aliyê dewletê ve têne parastin.”

Di heman demê de hişyarî hate dayîn ku vegera çeteyên DAÎŞ’ê gefeke yekser li aştiya civakî ya li herêmê dixwe.

Aktîvîstên xwecihî destnîşan dikin ku eger pêvajoyeke adîl û zelal neyê meşandin, dibe ku yên vegeriyane zemîneke nû ya şer amade bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24