Piştî ku Tehranê pêşniyara Trump a 15 xalî ji bo bidawîkirina şerê ku ew bi hevkariya Îsraîlê dimeşîne red kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ê 10 rojên din bide Îranê da ku Tengava Hurmizê ji nû ve veke, yan wê santralên elektrîkê yên Îranê ji holê rake.
Tevî wê, ti nîşanên berbiçav ên pêşketina ber bi agirbestê ve tune ne, ji ber ku roket berdewam li Îsraîl û Îranê dikevin.
Du keştiyên Çînî xwestin ku Tengava Hurmizê bi kar bînin, paşve vegeriyan
Daneyên şopandina keştiyan, nîşan dan ku du keştiyên konteynerên Çînî piştî ku îro hewl dan ji Kendavê bi rêya Tengava Hurmizê derkevin, paşve vegeriyan.
Tevî ku Îranê piştrast kiribû ku keştiyên Çînî wê bi ewlehî derbas bibin.
Kampaniya COSCO ya Çînî ya ku her du keştiyan dixebitîne, di 25ê Adarê de, bi notekê ji karmendên xwe re got ku wan rezervasyonên konteynerên barhilgir ên giştî ji bo barkirinên ji Asyayê ber bi Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Erebistana Siûdî, Behreyn, Qeter, Kuweyt û Îraqê ve ji nû ve dest pê kiriye.
Artêşa Îsraîlê: Me reaktora lêkolînê ya ava giran a Îranî kiriye hedef
Li alîyekî din Piştî ku Tel Avîvê îro gef xwar ku wê êrîşî binesaziya leşkerî ya rejîma Îranê li Arakê ya navenda welêt bike, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan reaktora lêkolînê ya ava giran a Îranî ya li Arakê kiriye hedef.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, rayedarekî parêzgeha Markazî Hesen Qemerî, diyar kir ku navenda ava giran a Arakê di du qonaxan de ji aliyê êrîşeke Amerîkî-Îsraîlî ve hatiye hedefgirtin.
Fars û dezgehên din ên medyayê jî piştrast kirin ku li wir ti qurbanî yan jî rijandina radyoaktîf çênebûye.
Marco Rubio: Amerîkayê dikare bêyî destwerdana bejayî bigihêje armancên xwe
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio piştrast kir ku Serok Donald Trump xwedî hemû vebijarkan e ji bo danûstandina bi Îranê re.
Di nav de şandina leşkerên bejayî ger pêwîst be, lê destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikare bêyî destwerdana bejayî bigihîje armancên xwe.
Di daxuyaniyek çapemeniyê de, Rubio got ku operasyona leşkerî li Îranê wê di nav hefteyan de biqede, wê bi mehan dirêj neke.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir ku welatê wî beriya bernameya pilankirî, pêşkeftineke girîng bidesxistiye û hemû armanc wê di demeke nêzîk de werin bidestxistin.
Marco Rubio zêde kir ku gelê Îranê hêjayî pergaleke çêtir ji ya heyî ye û da zanîn ku rejîma Îranê çavkaniyên xwe ji bo hedefgirtina DYA’yê bi kar aniye li şûna ku piran bi cîhanê re ava bike.
Di derbarê Tengava Hurmizê de, Rubio hişyarî da ku dibe ku Îran biryar bide ku bacê li ser keştiyên ku derbas dibin ferz bike û banga vekirina tengavê bi beşdariya hemû welatên têkildar re kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştrast kir ku Brîtanya û hevkarên din di vekirina avên navneteweyî de rolek lîstine.
Her wiha Rubia înkar kir ku wî ji G7 xwestiye ku keştiyan beşdar bikin da ku tengava Hurmizê paqij bikin, lê ji wan xwest ku ji bo roleke gengaz di senaryoyeke Îranê ya piştî şer de amade bibin.