Centcom: Ji destpêka şer ve 300 leşkerên me birîndar bûne

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, ji 28'ê sibatê ve zêdetirî 300 leşkerên Amerîkayî li Rojhilata Navîn birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Hêza Deryayî ya Amerîkayê Tim Hawkins got: "Ji destpêka operasyona 'Hêrsa Destanî' ve nêzîkî 303 leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.

Piraniya van birînan sivîk in û 273 leşker vegeriyane ser karên xwe."

Her wiha berpirsekî Amerîkayî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji ajansa AFP’ê re got ku hîn jî birîna 10 leşkeran giran e.

Li gorî amarên herî dawî, di vî şerî de heta niha 13 leşker hatine kuştin.

Ji van leşkeran heft li welatên Kendavê û 6 jî li Îraqê hatine kuştin.

Şerê Îranê di 28'ê Sibatê de dest pê kir. Wê rojê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê êrîşî Îranê kirin û Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî hat kuştin.

Piştî vê rûdanê, şer li hemû Rojhilata Navîn belav bû.

Îranê bi sedan êrîşên mûşekî û dronî li ser Îsraîl, welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê pêk anî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê tekez kir ku, dan û standinên ji bo bidawîkirina vî şerî didomin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye