Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê tedbîrên ewlehiyê li derdora kêlgehê girtine berhemanîna gazê dest pê kir.
Dana Gas wiha got: “Ji ber êrişa mûşekî ya şeva 26`ê Mijdara borî, zêdetirî 80% ji elektrîka Herêma Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Îraqê qût bibû.
Em ê berdewam bin li ser piştevaniya berhemanîna elektrîkê û dabînkirina gaza şil (LPG) ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê.`”