YRA: 9 rojnamevan li Sûriyê hatin kuştin

YRA'yê ragihand ku di sala 2025'an de bi kêmanî 9 rojnamevan hatine qetilkirin, 15 rojnamevan birîndar bûne û nêzî 11 rojnamevan hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî binpêkirinên ku di sala 2025'an de li dijî rojnamevanan li Sûriyê hatine kirin, raporek weşand.

 

YRA'yê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma BAAS`ê li Sûriyê, gelek guherînên cewherî yên siyasî rû dane.

 

Bi hatina sala 2025`an re, Sûriyê derbasî qonaxeke veguhêz bû, bandoreke rasterast li rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê li tevahî Sûriyê kir.

 

YRA'yê got ku bi hatina Hikûmeta Veguhêz li ser desthilatê re, sûc û kiryarên li dijî mafên mirovan, bi taybet jî li dijî rojnamevanan, zêde bûn.

 

Di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2025'an de di êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyê, êrîşên Îsraîlê û hêzên Girêdayî Hikûmeta Veguhêz û komên çekdar ên nenas de, bi kêmanî 9 rojnamevan hatine qetilkirin û zêdetirî 15 rojnamevan birîndar bûne.

 

YRA'yê da zanîn ku 11 rojnamevan hatine girtin ku piranî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve hatin girtin.

 

YRA'yê  tekezî li ser hêsankirina karê rojnamegeriyê li hemû deverên Sûriyê û di çarçoveya garantiyên yasayî yên li gorî pîvanên çapemeniya pîşeyî de, misogerkirina azadiya pratîzekirina wê.

 

Her wiha daxwaz kir ku hesab ji hemû alî û kesayetên ku xîtaba dijberî, nefret û sorkirinê li dijî rojnamevanan û hemû pêkhateyên Sûriyê were xwestin.

 

Her wiha divê çarenûsa rojnamevanên bi zorê hatine windakirin were eşkere kirin, di nav de jî rojnamevan Ferhad Hemo ku 15'ê Kanûna 2014'an li ser rêya Qamişlo-Til Koçerê ji aliyê DAIŞ've hatibû revandin.

 

Divê hemû yasayên ewlekariyê ku azadiya raman û derbirînê li tevayî Sûriyê asteng dikin, werin betalkirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye