Îro bi 7 dronan êrîşî Herêma Kurdistanê hat kirin.
6 dron ber bi Hewlêrê û dronek jî ber bi Silêmaniyê ve hatin şandin, lê ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.
Drona ku ber bi Silêmaniyê ve çûbû, li çolê ketiye û ti zirarên canî çênekirine.
PDK-Î Banga girtina tedbîrên cidî kir
Her wiha, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku îro piştî nîvro li Koyê sê mûşek li wan hatine avêtin:
"Pasdarên Şoreşê yên Îranê kamp û cihên niştecihbûnê yên malbatên partiyê li Herêma Kurdistanê dikin armanc."
Îro di saetên piştî nîvro de sê mûşek li kampeke li Koyê hatin avêtin û şeva din jî çend mûşek li wir hatin avêtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di du rojên dawî de bi berdewamî malên malbatên wan ên li nêzî Koyê hatine armancgirtin û topbarankirin.
"Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên Îran û komên nêzîkî Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û kampên wan tedbîrên cidî bigirin."
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî dewleta Îranê ve û heta 14'ê Adarê, Başûrê Kurdistanê bi zêdetirî 300 dron û mûşekan hatiye êrîşkirin.