Li navçeya Geverê yê Colemêrgê, jina ciwan a bi navê Hêlîn Sîriya 21 salî li mala xwe mirî hat dîtin.
Li ser agahdarkirina Navenda Banga Lezgîn, tîmên tenduristî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê îdîa kirin ku Hêlînê xwe bi dar ve kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Her wiha li gorî nûçeyên medyaya herêmî, li gundê Elkikê jî ciwanê bi navê Cîhat Arslanê yê 29 salî xwe kuştiye .
Sedema mirina her du ciwanan jî nayê zanîn.
Lê saziyên pewêndîdar di derbarê bûyerê de lêpersîn dane destpêkirin.