Artêşa Tirkiyê piştî 8 salan ji gundekî Efrînê vekişiya

Duh Artêşa Tirkiyê piştî zêdetirî 8 salan, ji gundê Basilê yê li derdora Efrînê vekişiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê, ji baregeha leşkerî ya Basilê vekişiya; ev yek piştî zêdetirî heşt salan ji dagirkirina gund û rêgirtina li ber vegera niştecihên wê pêk hat.

Piştî ku artêşê gund bi temamî vala kir; nêzî 50 malbatên Efrînî berê xwe dan gundê xwe.

Ji xwe piştî dagirkirina gund di sala 2018'an de, berî ku tê de baregeheke leşkerî ava bike, gelek malên niştecihên gund hilweşandine.

Artêşa Tirkiyê malên gundiyan wêran kirine

Dema ku malbat derbasî gund dibin, dibînin ku malên wan hatine wêrankirin û talankirin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê hîn jî çar gundên li herêma Efrînê kontrol dike û rê nade niştecihên wan ku vegerin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye