Der barê 13'emîn salvegera Berxwedana Geziyê de, DEM Partî daxuyaniyek weşand û got:
"Tirkiyeke demokratîk, tenê bi zindîhiştina ruhê piralî û azadîxwaz ê ku Geziyê nîşan da, pêkan e.
Em kesên ku li Geziyê jiyana xwe ji dest dane, bi rêz û hesret bi bîr tînin."
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê X’ê, di daxuyaniyê de wiha parve kir:
"Berxwedana Geziyê bîranîna kolektîf a bi milyonan kesan e ku ji bo parastina qadên jiyanê, maf û pêşeroja xwe, daxwaza wekhevî, demokrasî û azadiyê kirin û li hev civiyan.
Rêya mayîndekirina vê têkoşîna hevpar avakirina demokrasiyeke rastîn, edalet û aştiya civakî ye.
Tirkiyeke demokratîk tenê bi zindîhiştina ruhê piralî û azadîxwaz ê ku Geziyê nîşan da, pêkan e.
Em kesên ku li Geziyê jiyana xwe ji dest dane, bi rêz û hesret bi bîr tînin."