Ahmet Turk: Heke em guhertinan nekin, pirsgirêk dê derkevin holê

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk tev li konsera Koma Amed bû ku li Mêrdînê hat lidarxistin û bang li Kurdan kir ku yekîtî û saziyên Kurdî biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koma Amed, piştî Amedê, li Navçeya Artuklu ya Mêrdînê konserek li dar xist.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn, beşdarî konserê bû ku bi hezaran kes beşdar bûn û peyamên girîng dan.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li ser pêvajoyê axivî û got:

"Heke em guhertinekê ber bi siyaseta demokratîk ve nekin, dê ji bo gelê Kurd pirsgirêkên cidî derkevin holê."

Turk bi bîr xist ku li Mêrdînê ne tenê Kurd, lê Suryan û Ereb jî dijîn û got:

"Îro Koma Amed bi xelkê Mêrdînê re ye. Gelên Mêrdînê her tim zimanên xwe parastine, ne tenê Kurdî, lê Suryanî û Erebî jî."

Ahmet Turk: Divê em yekîtiya xwe ava bikin û saziyên xwe biparêzin

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, der barê pêvajoyê de ji peyam da û got:

"Em pir baş dizanin ku siyaseta demokratîk roj bi roj berfireh dibe.

Ji îro û pê ve, em ê siyaseta demokratîk û komara demokratîk bi hemû saziyên xwe ji nû ve ava bikin.

Lê heke em di rêça siyaseta demokratîk de guhertinekê nekin, dê ji bo gelê Kurd bi rastî jî pirsgirêkên cidî hebin.

Ji ber vê yekê, divê yekîtiya gelê Kurd were avakirin û divê em sazî û siyaseta xwe heta dawiyê biparêzin.

Divê em di zûtirîn demê de azadiya xwe bi dest bixin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24