Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di hefteyeke krîtîk de ye.
Tê payîn di nava hefteyê de geşedanên girîng rûbidin.
Yek ji van geşedanan hate ragihandin ku wê Şandeya Îmraliyê sibê bi serokê meclisê Numan Kurtulmuş û wekîlê serokê giştî yê AKP’ê Efkan Ala re hevdîtinê pêk bîne.
Rojeva civînê ya sereke qanûna çarçove ye
Taybet jî rojeva vê civînê pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ye.
Çavê raya giştî jî li meclis û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ye.
Rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku divê qanûna çarçoveyî di nava endamên rêxistinê de neyê kategorîzekirin û weke ku di hevdîtina 24’ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re hatiye muzakerekirin, bê rojevê.
Li aliyê din jî, yek ji rojeva sereke ya pêvajoyê çûna şandeyê ya ji bo Girava Îmraliyê ye û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye.
Şandeya DEM Partiyê herî dawî di 24’ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji wê rojê ve ti hevdîtin pêk nehatin.
Piştî geşedanên vê hefteyê, tê payîn ku piştî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji partiyên siyasî re bê şandin û piştre jî şandeya DEM Partiyê biçe Girava Îmraliyê, nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan wergire û bi raya giştî re parve bike.
Koçyîgît: Divê qanûna çarçoveyê demildest were rojeva meclîsê
Duh Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê geşedanên dawî de li meclisê daxuyanî da.
Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de derbarê pêvajoyê de nirxandinên berfireh kir.
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku salvegera şewitandina çekan ji bo welat dîrokeke nû ye û wiha pê dê çû:
"Ji bo wê jî 11`ê Tîrmehê ne tenê dîrokeke, di heman demê de xurtkirina hêviya aştiyê ye.
Lê li gor vê yekê di salekê de gavên pêwîst nehatin avêtin.
Rapora Komîsyona Meclisê nexşerêyek bû. Lê hê jî ew pêşniyar pêk nehatin. Li benda çi ne?
Divê ew pêşniyar demildest bibin qanûn. Divê aktorên pêvajoyê werin parastin.
Qanûn divê dabeşkirî (katagorîze) nebe û hemû endamên rêxistinê di nava xwe de bihewîne."
Koçyîgît: Divê beriya meclis navber bide qanûn bê çêkirin
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê serokê meclisê jî berpirsyariyê bigire û hemû partiyên siyasî kom bike û got:
"Divê Statuya birêz Ocalan bê misogerkirin û şert û mercên wî yên xebatê bi qanûnan bê misogerkirin.
Divê hiqûqeke demokratîk pêk were.
Ziman û nasnameya Kurd divê bi qanûnan bê misogerkirin û ew yek ji bo aştiyeke mayinde hewcedariyeke bingehîn e.
Divê beriya meclis navber bide qanûn bê çêkirin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît herî dawî li ser pirsa rojnamevanan diyar kir ku şandeya wan dê di nava heftê de li ser peşnûmeya qanûna çarçoveyê hevdîtinên xwe bidomînin û ev anî ziman:
"Hevdîtin dê tekildarî pêşnûmeyê pêk were û dê pêşnûmeyê pêşkêşî şandeya me bikin."
Cevdet Yilmaz: em ji bo çareseriyê di qonaxeke krîtîk de ne
Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz jî, di panelekê de axivî û derbarê pêvajoya de nirxandin kir.
Yilmaz bi bîr xist ku pêvajo berdewam dike û gavên ku ji hêla PKK’ê ve hatine avêtin rêz kir.
Yilmaz diyar kir ku ew di qonaxeke pir krîtîk de ne ji bo ku çareseriyek mayînde ji bo vê pirsgirêkê peyda bikin û got:
"Ez bi dil û can bawer dikim ku wekî miletek, em ê bi ser bikevin.
Ev welatekî asayî nîne, em di dewletek asayî de najîn.
Mîrateyeke me ya dîrokî ya pir kûr heye û ez bawer dikim ku bi fêrbûna dersên pêwîst ji bûyerên dawî, em ê vê rêwîtiyê hîn bi hêztir bidomînin."
Cevdet Yilmaz: Ev armanceke stratejîk e û bûye polîtîkayeke dewletê
Yilmaz destnîşan kir ku ev pêvajo rasterast bi rêya aştî, standardên demokrasiyê û pêşketina Tirkiyê ve girêdayî ye û wiha domand:
"Ev armanceke stratejîk e û bûye polîtîkayeke dewletê.
Heman têgihîştin bingeha polîtîkayên me yên li hember herêma jî me pêk tîne."