YBŞ: Emê Şengalê bi canê xwe biparêzin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê, daxuyaniyek weşand. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de soza parastina Şengalê da û ragihand ku ewê têkoşîna ji bo avakirina rastiyek nû Ii ser bingeha azadî, edalet û îradeya azad a gelê xwe bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)  bi boneya  11’emîn salvegera fermana 74'an a Şengalê  daxuyaniyek weşand. 

Fermandariya YBŞ'ê destnîşan kir ku ew îro ne tenê trajediyê radiwestînin, ew piştrast dikin  berxwedana ku ji bin xirbeyan derketiye holê hîn jî zindî ye, bi israre û li ser rêya azadî û rûmetê berdewam dike. 

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ne hêzeke demkî ne, hêzeke parastinê ya rewa û mayînde ne, ku ji dilê êşa Êzidiyan û ji baweriya wan a kûr çêbûye.

Fermandariyê got: "Aliyên ku parastina Êzidiyan nekirin û erka xwe bi cih neanîn, îro heman alî  ji hêzên Êzidiyan daxwaza çek danînê dikin. Ev daxwaz bi armanca çêkirina bingehekê ji bo fermaneke nû ye. "

YBŞ’ê  destnîşan kir ji ber vîzyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya rizgarîxwaz û mirovahiya wî ya şoreşger di hişmendî û berxwedana Êzidiyan de xalek werçerxê nîşan da ye,  ew  nikarin vê salvegerê bêyî ku spasî û dilsoziya xwe ya ji bo wî  diyar bikin derbas bikin. 

Her wiha gotin ku banga  Ocalan  a dîrokî ya ji bo parastina Şengalê û Êzidiya qêrîneke wijdanî bû ku bi hezaran kes rizgar kir û rê li ber avakirina avahiyeke berxwedanê ya rastîn vekir.

Fermandariya YPŞ'ê  rol û pêşengiya dostên civaka Êzidiyan, Gerîlayên Kurdistanê û şervanên YPG û YPJ di rizgarkirina Şengalê de bi bîr xist û got: Wan bê şert û merc û bê dudilî bersiva banga alîkariyê dan, rêyên ewlehî û korîdora mirovahî vekirin û mil bi mil bi me re li dijî çeteyan şer kirin. Bê guman bêyî hebûn û pêşengiya wan, hejmara qurbaniyan dê gelek qat zêdetir bûya.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hewldanên ji bo bêbandorkirina projeya xweparastinê li Şengalê û dorpêçkirina hêzên Êzidiyan, berdewama fermanê ya bi rêbazên nerm e û daxwaz ji gel kir ku ji hêzên xwe bawer bin û xwedî lê derkevin. 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24