Di daxuyaniya xwe ya herî nû de, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johan Wadephul bal kişand ser rewşa herî dawiyê ya şerê Îsraîl û çekdarên Hamas li Xezeyê û bang li Îsraîlê kir ku rê li ber derbasbûna rêxistinên Neteweyên Yekbûyî veke, ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Xezeyê re.
Johan Wadephul dest nîşan kir ku ti planên lezgîn ên Almanyayê ji bo nasandina dewleteke Filistînî, tune ne.
Ev daxuyaniya nû ya wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, wek poşmaniyekê bû li hember gotinên wî yên berê, ku tê de ragihandibû ku Berlîn amade ye itîrafê bi dewleteke serbixwe ya Filistînî bike.