Ji nîsana 2023'an û vir ve Hêzên Piştgiriya Bilez bi artêşa Sûdanê re şer daye destpêkirin.
Ev êrîşa ku bi Sûdanê re daye destpêkirin bûye sedema birçîbûnekê mezin û qeyranekê li sereanserî cîhanê.
Bi deh hezaran Sûdanî hatin kuştin û bi qasî 13 milyon kes jî ji cih û warên xwe koçber bûne.
Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku 27 kes, di nav de 4 zarok, di encama êrîşên Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê, hatine kuştin.
Tora Sûdanê di daxuyaniyeke çapemeniyê ev tişt ragihand:
"Li ser deverên Qardoud û Ebû Hamama yên Dewleta Kordofana Başûr êrîş hatine kirin.
27 kes di nav wan de 4 zarok jî hatin kuştin û di nav wan de jin jî birîndar bûn."
Torê di daxuyaniyê de her wiha destnîşankir ku êrîş bû sedema pêlek mezin a koçberiyê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku armanckirina sivîlan binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Her wiha hişyarî da ku berdewamiya van binpêkirinan dikare pevçûna li Kordofana Başûr veguherîne pevçûnek etnîkî ya berfireh.
Tora Bijîşkên Sûdanê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrîşên hedefgirtina sivîlan rawestînin.
Misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo hemû kesên ku di armanckirina sivîlan û binpêkirina mafên de beşdar in, kirine.