Wezareta Tendurstiyê ya Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve, hejmara birîndaran li Îsraîlê gihiştiye 5 hezar û 165 kesan.
Li gor rapora Wezareta Tenduristiyê, di nava 24 saetên dawî de jî bi kêmanî 247 kes birîndar bûne.
Hat eşkerekirin ku 106 birîndar hê jî di nexweşxaneyan de têne dermankirin û birînên 12 ji wan giran in.