Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky der barê êrîşên Rûsyayê de diyar kir ku di encamê êrîşên Rûsyayê de ku bi piranî binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê armanc kirine, 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Volodymyr Zelensky li ser platforma X`ê axivî û wiha domand:
"Rûsya dikare di 10 kêliyan de dev ji gulebaranê berde û ev yek dê şer û bersiva me rawestîne.
Pêdiviya me bi aştiyê heye û divê gavên rastîn ji bo bidestxistina wê werin avêtin. Ûkrayna dê bersivê bide."
Rûsya: Me 796 dronên Ûkraynayê xistine xwarê
Der barê êrîşan de Moskovayê ragihandibû ku pergalên wê yên parastina hewayî 3 dronên Ûkraynayê yên ku ber bi Moskovayê ve diçûn, xistine xwarê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî îro ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di 48 saetên dawî de 796 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.
Her wiha Parêzgarê herêma Lenîngradê ya Rûsyayê Alexander Drozdenko di daxuyaniyekê de got:
"Piştî şewata li tesîseke pîşesaziyê ya li bajarê Kirishi, Kîyiv rafîneriyeke mezin a petrolê li herêma Lenîngradê armanc kir.
Agir hatiye kontrolkirin û ti qurbanî tune ne."
Volodymyr Zelensky zêde kir ku tesîseke pîşesaziyê ziyan dîtiye, dabînkirina gazê ji nêzîkî 3,500 kirîneran re qut kiriye.
Rayedarên Rûsyayê: Me kenalên ku ji Ûkraynayê re kar dikirin qut kirine
Ji aliyekî din ve jî, Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand ku navendên bangên Ûkraynayê, kenalên ragihandinê ku sextekariyê ji dûr ve li Rûsyayê bi kar tînin, qut kirine.
Her wiha serokê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser platforma X’ê nivîsand:
"7,000 welatiyên Kolombiyayî, yên xwedî ezmûna leşkerî li Ûkraynayê, di şerekî de ku ne yê wan e şer dikin û li Ûkraynayê bê sedem dimirin."
Rûsya ji bo 8 û 9ê gulanê agirbes ragihand
Ji bo agirbesta 8 û 9`ê gulanê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatiye dayîn wiha ye:
"Li gorî biryara Vladimir Putin, ji bo bibîranîna serkeftina gelê Sovyetê di Şerê Mezin ê Welatparêziyê de, ji bo 8 û 9ê gulana 2026an agirbest tê ragihandin."
Wezaretê diyar kir ku ew "hêvî dike ku aliyê Ûkraynayî vê mînakê bişopîne".
Di heman demê de, wezaretê bal kişand ser gefên Vladimir Zelensky yên ji bo êrîşa li Moskovayê ya di 9’ê gulanê de.
Her wiha 9’ê gulanê yek ji girîngtirîn cejnên neteweyî li Rûsyayê ye ku têkçûna Almanyaya Nazî di sala 1945’an de bi bîr tîne.
Di vê rojê de, li Meydana Sor a Moskovayê çalakiyên leşkerî yên mezin pêk tên.
Di çalakiyan de yekîneyên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê û artêşên welatên hevalbend û alavên leşkerî û pêşandanên hewayî beşdar dibin.