Swîsre ji bo leşkeriya ferz referandûmê li dar dixe

Welatê Çiyayê Alpan Swîsre vê yekşemê referandûmekê li dar dixe Mijarên dengdanê leşkerîya ferz û zêdekirina baca dewlemendan e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Swîsre roja yekşemê ji bo referandûmekê diçe ser sindoqan.

Du pêşnîyazên giring, mijara dengdana neteweyî ne ku di demên dawî de di rojevê de ne.

Yek ji van, di derbarê betalkirina leşkerîya ferz e de ye.

Alîgirên vê însîyatîfê dixwazin, di dewsa leşkerîya ferz de ciwan karekî ji bo xêra civakê bikin.

Parazvanên însîyatîfê dibêjin, pêkanîna karekî bi vî rengî wê hebûna kolektîf a civakê pêş bixe.

Lêbelê Federasyona Sendîkayên Swîsreyê ji ber wekkevîya zayendî li hemberî vê pêşnîyazê derdikeve.

Federasyon dide zanîn, karê ferz a civakî wê bibe sebeb, xizmeta bê pere ya jinê hîn bêtir zêde bibe.

 

Zêdekirina baca mîrasê û transformasyona ekolojîk

 

Pêşnîyaza duyemîn a di referandûmê de mijara dengdanê ye, meseleya bacê ye.

Alîgirên însîyatîfê dixwazin, baca mîrasa di ser 50 mîlyon frankî re bibe ji % 50.

Bi saya baca tê pêşnîyazkirin, salane 6 milyar frank dikare bê berhevkirin.

Ev dahata mezin wê ji bo transformasyona ekolojîk a Swîsreyê bê bikaranîn.

 

Hikumet û Parlamentoya Swîsreyê ji welatîyan daxwaz dikin herdu însîyatîfan red bike.

 

Li gorî sîyaseta serdest a Swîsreyê, betalkirina leşkerîya ferz û baca ji bo dewlemendan wê mesrefên dewletê girantir bike.

 

Rapirsîyên derbarê encama referandûmê de nîşan didin, wê herdu însîyatîf jî bên redkirin.

 

Swîsre û demokrasîya rasterast

 

Swîsre derfetê dide welatîyên xwe ku di derbarê meseleyên neteweyî de bibin xwedî gotin.

Ev sîstem, wekî demokrasiya dîrekt (rasterast) tê pênasekirin ku bingeha wê referandûm in.

Pergala referandûmê ji referandûmên ferz û ji yên dilxwazî pêk tê.

Referandûmên ferz, piştî qanûn ji aliyê parlementoyê derbas dibin tên lidarxistin.

Cureya duyemîn a referandûmê, bi însîyatîfên welatiyan tên lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye