YE’yê plana parastina demokrasîyê amade kir

Bruksel ji bo pêşîgirtina midaxaleyên Rûsyayê yên Ewrûpayê di nava tevgerê de ye. Rêveberîya Yekitîya Ewrûpayê ji bo meseleyê planekê amade kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Komîsyona Ewrûpayê planeke ji bo parastina demokrasîyê ragihand. 

Plana bi navê Mertalê Demokrasîyê ji nexşerîyekê pêk tê. Armanca sereke ya nexşerîyê parastina demokrasîya welatên endam in.

Pêşîgirtina midaxaleyên hilbijartinan û manîpulasyona înformasyonê xalên giring ên planê ne.

Komîsyon radigihîne, vê planê ji bo pêkanîna ewlehî, serxwebûn, azadî û halxweşîya Ewrûpayê pêwîst e. Komîsyonê wê bi vê mebestê Navenda Ewrûpî ya Têkûzbûna Demokratîk ava bike.

Karê navendê wê tesbîtkirina operasyonên bêîstikrarkirina welatên endam be. Tevî ku nehatîye binavkirin, hedefa vê navendê pêşîgirtina midaxeleyên Rûsyayê ye.

Bruksel Rûsyayê bi midaxaleya hilbijartinên Romanya û Moldovayê sûcbar kiribû.

Herwiha, Rûsya bi belavkirina dezenformasyona derbarê endamên Yekitîya Ewrûpayê û Moldovayê de, tê sûcdarkirin. Tevî naveroka berfireh, kêmasîya sereke ya vê planê nezelalîya rê û rêbazên fînansmana wê ye.

Di belgeya ji 30 rûpelan pêk tê de ev yek cî nagire.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye