Komîsyona hilbijartinan a Gurcistanê serkeftina partiya desthilatdar di hilbijartinên şaredariyan de ragihand.
Di heman demê de jî, xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî partiya Xewna Gurcî ya desthilatdar û encamên hilbijartinan bi rêve çûn. Hêzên Polîs rê li ber xwepêşanderan girtin û nehiştin ew bigihên koşka serokkomar.
Piştî jimartina ji sedî 75`ê dengan, Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ragihand ku partiya Xewna Gurcî di hilbijartinên encûmenên şaredariyan de, li hemû bajaran bi ser ketiye û ji sedî 80`ê dengan zêdetir wergirtiye.
Berî xwepêşandanê jî, rayedaran soz dan ku bersiveke tund bidin wan kesên ku dixwazin li hember hikûmetê şoreşekê li dar bixin.